Rapirsînek: Piştî Enqerê eger e Stenbol jî ji destê AKP derkeve

Li gorî encamên kompanyayên rapirsînê, AK Partî wek salên borî li bajarên Enqere, Stenbol, Bursa û çend bajarên din ên mezin ku stratejîk in wê dengên xwe nekarî biparêzî ji ber rewşa nebaş ya aboriyê û şêwaza cûdaxwaziyê. Loma jî eger heye ev bajar ji destên AK Partiyê derkevin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî encamên kompanyayên rapirsînê, AK Partî wek salên borî li bajarên Enqere, Stenbol, Bursa û çend bajarên din ên mezin ku stratejîk in dê dengên xwe nekaribe biparêze ji ber rewşa nebaş ya aboriyê û şêwaza cûdaxwaziyê. Loma jî eger heye ev bajar ji destên AK Partiyê derkevin.

Tirkiye wê di 31ê Adara 2019an de ji bo hilbijartinên herêmî biçe ser sindoqê. Piraniya encamên rapirsînan ên di derbarê hilbijartinên herêmî de dide nîşan, AK Partiya ku di 17 salên dawîn de mohra xwe li Tirkiyê xistiye û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan jî serokatiya wê dike, bi taybet ji ber rawestîna rewşa aborî û bihabûna jiyana rojane ya li Tirkiyê, di gelek bajarên ku niha rêveberiya wê dike de, têk diçe û dikeve paş namzetên Tifaqa Milletê. Bi boçûna çavadêrê siyasî Abdulhekîm Daş tehamûla Erdogan li mxalefetê nemaye, ev 17 sal in yekem car e ku encamên rapirsînan bi vî awayî derdikevin û AK Partî bi şêweyekî berbiçav bi paş ve diçe û heta dengêrên wê jî êdî jê nerazîne.

Çavdêrî Siyasî Abdulhekîm Daş ji K24ê re got: "Propaganda û çapemenî di destê wî de ye. Tenê aciziya wî ji van enketoran jî heye. Ji ber ku naxwaze tiştek bê gotin. Naxwaze li hember wî tû muxalefet bêkirin. Ji bo wî tiştekî biçûk jî bê gotin tehemûla wî jê re nemaye û ev bê tehemûlî jî nîşana çûyînê ye."

Ji roja ku AK Partî hatiye damezrandin heta roja îro yanî 17 sal in hem bajarê Enqerê û hem jî Stenbolê di bin desthilata vê partiyê de ne. Lê vê carê li her dû bajaran jî qayişkêşaneke bêhempa heye. Ji 3/2 li gorî rapirsînên meha Rêbendan û Sibatê li Enqerê dengên Mansur Yavaşê namzetê CHPê ji dengên namzetê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî hîn zêdetir in. Li Stenbolê jî hîna Bînalî Yildirimê namzetê AK Partiyê bi awayekîî pozîf bala dengdêran nekişandiye û Ekem Îmamogluyê namzetê CHPê her diçe ferqa di nava xwe ya Yildirim de kêmitir dike û dengên xwe bilind dike.

Çavdêrê Siyasî Bahadir Altan dibêje: "Devê yekem Erdogan bixwe dibêje baweriya bi kompanyayên rapirsînê neyînin. Diyar e rewşa AK Partiye li gelek bajaran nebaş e. Di serî de li Stnebol û Enqerê. Ji vê jî eşkere dibe ku encamên rapirsînan ya rast dibêjin. Bandora HDPê jî giring e bêgûman li ser wa encaman."

Li gorî piraniya kompanyayên rapirsînê ên wek; ORC, Piar û Sarosê li Stenbolê namzetê AK Partiyê Bînalî Yildirim bi 2 puanan li pêşiya namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu ye. Lê li gorî rapirsîna herî dawîn ya PollMarkê ferqa di nava Ekrem Îmamoglu û Bînalî Yildirim de nemaye û Îmamoglu dengên xwe bilind kirine.

Li vê gorî rapirsînê dengên CHPê li Stenbolê çûye ser ji sedî 37an, yên AK Partiyê jî ji sedî 36an. Li Enqerê jî CHPê li gorî piraniya hemû kompnayayên destnîşankirî 4 puanan li pêşiya AK Partiyê ye. Herî dawîn di encama rapirsînê ya Enqerê de jî dengê namzetê Tifaqa Millî Mansur Yavaş ji sedî 43,4 derketiye, yê namzetê Tifaqa Komarê Mehmet Ozhasekî jî wek ji sedî 38.6 encdam daye.