Tirkiye dikare Patrîotan, F-35an û S-400 bi hev re bistîne?

Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, dê di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 dê li Tirkiyê bên bicihkirin di navbera Enqere û Washingtonê de jî geşadanên nû diqewimin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, dê di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 dê li Tirkiyê bên bicihkirin di navbera Enqere û Washingtonê de jî geşadanên nû diqewimin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çawişoglu daxuyand di navbera wan û Amerîkayê de ji kirîna Patrîotan muzakereyan dest pê kirine. Piştî van geşedanan jî tê meraqkirin ku gelo dikarê her du sîstemên parastinê bikirê an na? Li gorî pisporan Tirkiye êdî li gorî bere zêdetir bihêz e û ligel ku endamê NATOyê dikarê hem mûşekên S-400, Patrîot û F-35an bi hev re bistîne.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de di mijara ji Rûsyayê kirîna mûşekên S-400 û ji Amerîkayê egera kirîna mûşekên Patrîotan de gengeşî berdewam dikin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çawişoglu daxuyand ku piştî du salan Amerîkayê bersiveke erênî bo nameya wan ya ser mijara mûşekên Patrîotan de daye û muzakereyan dest pê kirine. Her çiqas Çawişoglu daxuyand be ku muzakareyan dest pê kirine jî li ser mijarê tu daxuyanî ji aliyê Amerîkayê ve hêj nehatine dayîn. Ligel van geşedanan, tê meraqkirin ku gelo Tirkiye dikare hem mûşekên S-400 hem jî Patrîotan bi hev re bistîne?

Serokê ANKASAMê Prof. Dr. Seyfettîn Erol rave dike ku Tirkiye endamê NATOyê û her çiqas hin kêşa di navbera wê Amerîkayê de hebin jî têkiliyên wan bihêz in. Lê belê Tirkiye ne neçar e ku tenê têkiliyan bi Amerîkayê re bimeşîne ji ber vê yekê dikarê hem mûşekên S-400 hem jî Patrîotan bistîne.

Prof. Dr. Seyfettîn Erol ji K24ê re got: "Fikarên Amerîkayê ne di cîh de ne. Çimkî Tirkiye dibêje, ez S-400an dikirim lê ez dikarim ji we jî mûşekên Patrîotan bikirim. Ger Trump li van meseleyan jî wekî mînaka Erebîstana Siûdî de bi awayekî bazirganî binêre, kirîna Patrîotan bo Emerîkayê gelekî baş e. Ji ber ku kompanyayên Amerîkayê dixwazin çekan bifiroşin, li bazaran digerin û Tirkiye bazareke baş e. Ger Washington bê şert û merc Patrîotan bifiroşe Tirkiyeyê, Enqere bo hevdîtinan amade ye û dikarê wan jî bikire."

Li aliyekî din beriya niha Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence gotibû Amerîka li hemberî hewla Tirkiyeyê ya ji bo kirîna mûşekên S-400 bêdeng namîne û Balyoza Amerîkayê ya bo NATOyê Bailey Hutchison jî diyar kiribû hemu endamên NATOyê ji kirîna Mûşekên S 400 dilgiran e. Lê belê serokê KAFKASAMê Hasan Oktay jî dibêje êdî Tirkiye xwedî hêz e ku hem bi Washington û hem jî bi Moskowê re di warê politîkayên derve de hevsengiyekê ava bike.

Serokê KAFKASAMê Hasan Oktay dibêje: "Di mijara parastinê de Tirkiye naxwaze tenê bi sîstemeke mûşekan ve werê girêdan. Zirara vê li Sûriyeyê di mînaka NATOyê de dît. Ji ber vê yekê dixwaze sîstemên xwe zêdetir bike. Di vî warî de jî Tirkiye bo muşekên S-400, Patrîot û F-35an de xebatekê dike. Ger dawiya dawî Tirkiye ji ber zextên Amerîkayê dev ji kirîna S-400an berde dê têkiliyên Tirkiye û Rûsya xirap bibin. Ji ber vê Tirkiye dikare her du muşekan jî bistîne"

Tirkiye û Rûsya di 2017an de beriya dest pê kirina operasyona Efrînê ji bo  rêkeftina S-400an de lihevkirin. Piştî vê yekê ji bo ji NATOyê re rêkeftina S-400an rave bike, pêşî bi Amerîkayê re dest bi hevdîtinên Patrîotan kir û Tirkiye di îlona 2017an de ji bo Patrîotan bi awayekî fermî daxwaz ji Amerîkayê kir. Lê belê ji ber ku bersiveke zelal ji Washingtonê nehat, di 29ê Berfanbara 2017an de ji bo kirîna S-400an bi Rûsyayê îmze hatin avêtin. Herwiha Tirkiye bi gotina " Ez neçar im ku xwe biparêzim" rêkeftina S-400an diparêze.