Îro salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê ye

Îro salvegera destpêkirina Raperîna xelkê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî bo yekem carê piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe ve bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro salvegera destpêkirina Raperîna xelkê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî bo yekem carê piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe ve bîne.

Di rojeke wek berî 27 salan û di 5ê Adara 1991an de Raperîna xelkê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê destpê kir û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin. Piştre jî nasnava “Deriyê Raperînê” li wê deverê hat kirin.

Piştî rizgarkirina devera Pişder û Bitwênê, xelkê Kurdistanê bi piştevaniya mefrezeyên Pêşmerge rabûn ser pêyan û raperîn û her rojê semawenda azadî û rizgarbûnê li çend navçeyan dihat gerandin.

Raperîna gelê Kurdistanê bi piştevaniya mefrezeyên Pêşmerge, ji encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurd hat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat, ku karî di heyameke kurt de piraniya xaka Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî bi desthilatdariya dagîrkeran bînin.

Piştî Raperînê bi salekê, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, bi taqîkirina riyên demokrasiyê bo birêvebirina îdareya Başûrê Kurdistanê destpê kir û di 19.5.1992an de hilbijartina Parlemantoya Herêma Kurdistanê bo yekem carê hat encamdan, ev jî tevî nakokiyan û rewşa navxwe ya nexwastî, lê bi destkefteke girîng a Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku di dîrokê cara yekem bû Kurd bûn xwedî parlemanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan di tevahiya waran de, serkirdatiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re fereh bike û mafê Kurd bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.

Niha ku salvegera 28emîn a destpêkirina Raperînê û rizgarkirina devera Pişder û Bitwên e, piştî çend salan ji dorpêça Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê û qeyrana darayî, aliyên siyasî mijûlî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û çend pêngav jî ji bo başkirina rewşa aborî avêtine. Herwiha li gor salên bûrî, niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê di asteke baş de ye û herwiha li gor navçeyên din ên Iraqê jî, di warê aramî ewlehiyê de Herêma Kurdistanê aramtirîn navçeyên Iraqê ye.

Biryar e di salvegera 28emîn a rizgarkirina devera Raperînê, çend çalakî li Ranya, Qeladizê û bajarokên wê deverê birêve diçin.

 

S. B