MSD bi erênî li pêşniyara Putin dinire

Ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re nemaze ku têkçûna DAIŞê nêzîk tê ragihandin, Serokê Rûsiyê Vladimir Putin pêşinyarek kir, naveroka pêşinyara Rûsiyê jî ew e ku Sûriyeke hevgirtî û aram ji aliyê girûpeke kar ve were pêk anîn û divê tevaya hêzên biyanî ji xaka Sûriyê vekişin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re nemaze ku têkçûna DAIŞê nêzîk tê ragihandin, Serokê Rûsiyê Vladimir Putin pêşinyarek kir, naveroka pêşinyara Rûsiyê jî ew e ku Sûriyeke hevgirtî û aram ji aliyê girûpeke kar ve were pêk anîn û divê tevaya hêzên biyanî ji xaka Sûriyê vekişin.

Bi nêzîkbûna ragihandina têkbirina DAIŞê re, ku tenê berîkeke tekane li bajarokê Baxozê maye, Serokê Rûsiyê Vladimir Putin bi hevdîtinekê bi Serokwezîrê Îsraîlê re pêşinyarek ragihand ku girûpeke kar bête damezrandin ku erkê wê jî, Sûriyeke hevgirtî û aram bi tevaya sazî û dezgehên wê pêk bîne. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi erênî li vê pêşinyarê temaşe dike û berpirsên wê tekez dikin ku Rûsiya welatekî giring e û rola wê ya sereke di dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriya paşerojê re heye.

Endamê Komîta Siyasî ya MSDê Nisredîn Ibrahîm li ser vê pêşniyarê ji K24ê re got: “Çi destpêşxeriyek alîkar be ji bo çareseriyeke siyasî, aştiyane û mayînde ji Sûriyê re çê bike, em wek MSD emê têkliyê pê re bikin ji bo hêdî hêdî heyameke ji bo çareseriya siyasî û aştiyane di Sûriyê de çê bikin. Di baweriya min de jî dê li dawiyê bi cibicêkirina biryara navdewletî 2254 pêk bê”

Hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê jî dibînin ku ji despêka kirîza Sûriyê ve, Rûsiya piştgiriya rêjîma Sûriyê dike û ji bo berjewendiyên rêjîma Sûriyê gelek caran mafê Vetoyê bikar aniye. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku endameke di Itîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de ye û di danûstandinên Cenêvê de beşdar dibe tekez dike ku Rûsiya parçeyeke ji kirîza Sûriyê ye û ji ber wê jî ENKSê derbarê pêşinyara Rûsiyê dilgiran e û dibîne ku çareseriya siyasî dê di riya danûstandinên Cenêvê de be.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza dibêje: “Em wek ENKS çi destpêşxerî bikeve berjewendiya gelê Sûriyê em bi erênî li dinêrin, lê di nerîna me de Rûsya bi piştgîriya ji rêjîma Sûriyê re dibe beşek ji krîzê, ne ji çareseriyê, ji ber wê her destpêşxeriyek ji aliyê Rûsyayê em bi gûman û nerihetiyê lê dinirên û divê em bizanin li derdora vê destpêşxeriyê çê tê avakirin.”

Li gorî agahiyên despêkî, di bin sîwana pêşinyara Rûsiyê de bi gerantiya parçenebûna xaka Sûriyê, pêwist e tevaya hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin.

Ji alî xwe ve MSDê kêfxweşiya xwe ji biryara mabûna hin leşkerên Amerîkî li gel hêzên parastina navdewletî li Sûriyê nişan da û fermandarên HSD jî dibêjin ku têkbirina DAIŞê ji alî leşkerî ve nayê wê wateyê ku DAIŞ têk diçe, lê belê şerê wan li dijî rêbaza wê û şanên razayî ji nû ve destpê dike.