Amerîka: Tirkiye S-400 bikire, dê encamên xirap rû bidin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka dibêje, kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya Rûsî S-400 dê ji bo Tirkiyê encamên xerap bi xwe re bîne.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka Eric Pahon da zanîn, heger Tirkiye mûşekên Rûsî S-400 bikire, ev yêk dê diwarê pêwendiyên Amerika û Tirkiyê û warê bazirganiya parastinê de encamine xerap bi xwe re bîne.
Pahon got: Ji bo ku Tirkiye esmanê xwe biparêze, em hevkarî û alternatifekê digerin û em ligel Tirkiyê di nav danûstandinan de ne.
Eric Pahon got: Me berê jî Tirkiye hişyar kiriye ku ew endameke NATOyê ye û em giringiyê didin endametiya Tirkiyê.
Amerika û Hevpeymaniya NATOyê rexne li Tikiyê digirin ji bo kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê û diyar dikin, ku ev yek li ser sistema berevanî û mûşekî ya welatên endamên NATOyê metirsî ye.
S. B