Helbest kezeba edebiyata kurdî ku pê henaseyê dikişîne û berdide

Tengezarê Marînî

Tengezarê Marînî, nivîskar û helbestvanek î kurd e û di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Pisporiya karmendiya mediya nû (communication, relation, Rethorik, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Karê sosiyolojiyê di ba Prof.Dr. Hartmut Griese, li zankoya Hannoverê û Duhokê kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û tendurustî xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Niha li ba Xaça sor ya Elmanî wek karmendê civakî û cihgirê berpirsê kampeke penaberan kar dike

Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin.

Berhemên çapkirî

  • 6 berhevokên helbestê bi kurdî ne û 2 bi elmanî.
  • Helbestên rengîn, Erich Fried wergerandina 50 helbestî û amdekirina çend nivîsên rexneyî li dor wan helbestan û zimanê wî. (yekîtiya nivîserên kurd- Leqê Duhokê 2006
  • Pantelonê Şeytên (ji Elmanî, ya Îtalo Kalvino), Kovara Sivore- Duhok..2007/8
  • Zanista rexneyî di navbera tiyorî û praktîkê de ((yekîtiya nivîserên kurd- Leqê Duhokê 2014
  • Bêhtir ji 10 Pirtûkên Tendurustiyê (Derûnnasî, Sîstema tendurustiyê li Elmaniya, Trauma, Vaksînlêdan”Deq”, etc,

Niha li Elmaniya/Hannover dijî

Rola helbestê di edebiyata Kurdî di çi astê de ye?

Asteya helbestê ya kurdî, li ser gelek cihan belav dibe:

Hîn jî helbest di serê lîsteya edebiyata kurdî de ye, ji ber hîn qedexe li ser zimên heye, hîn ziman ji bingehê ve nayê fêrkirin(ji bilî başûr), wate li dibistanan em bi zimanekî din re mezin dibin. Raste helbestê rola xwe ya ragehandinê, bi hebûm Mass-Media nû winda kir, lê bi mediya civakî dubare ew roll lê vegeriya. Tenê mixabin xwêner ji bîrdankê tenê dewlap xwe dadigire û ne ji embar û gencîna niha û paşerojê(siberojê). Em dikarin bibêjin, helbest bi hejmar li pêş e, lê bi qalîte gelekî bi pêş ve neçûye. Lê ev nayê wê wateyê ku nûbûn çênebûye. Bo nimûne, helbestvaneke me kurdan heye bi nave Gewher Fetah, ku xwedan şêweyekî nû ji helbestê ye, di rojhilata navîn û naverast de, ku jê re tê gotin “Yazdehok”. Helbest ji 11 peyvan pêk tê, tîr e û li ser 5 xêzan belav dibe

“Toz,

çavên we.., 

Berî nîvê şevê,

Dem, mukurhatina li axê

Giyan”

 

Helbest/Helbestvan her dem di edebiyata Kurdî, lipêş beşên din ên edebî bûn e, egera vê hûn bi çi ve girêdidin?

Helbest kezeba edebiyata kurdî ku pê henaseyê dikişîne û berdide, lewra bûye alavê serekê bo derbirîna kul û kovanan, şikestin û berxwedanan, hêvî û têkçûnan. Kurdan bi rêka helbestê, ji ber zû ezber dibû û bi rêka stiranê, ku ew bi xwe jî lorîk e û şêweyek ji helbestê ye, hatiye moldîkirin, xwe, derdora xwe, kêşe, êş û qehremaniyên xwe nas kirine. Helbestvanan qewmînên welêt yên bi serê kurdî hatî bi belge dikirin. Wate erkê helbestvanî netenê hunerî û ciwaniya helbestê bû, belê erkê ragehandin, bilindkirina asteya zanînê û gihandina pêzanînên civakî, siyasî, dîrokî jî bû. Û ji ber dikarî bû wek parçeyekî ji toreya devkî zû berbelav bibe, nexasima di civaka ku xwendewarî tê de kêm be, propagenda devkî rola herî sereke dilîze..

Di warê Helbestê de, helbestvanên navdar ên Kurd kengî derketine şanoya dîrokê? Rola wan di pêşketina edebiyata herêmê û cîhanê de heye?

Em dikarin, tenê li ser tişta bedrest bibêjin. Helbestvanên qewl û beyt û dua, û sebeqeyên êzdiyan, yên dema şêx Adî (1062), mîna Pîr Reşê Heyran, Qatanî, Piscem, şêx Fexrê Adiyan. Ev yên yekem bûn û ta radeyekê li wan deverên Nînewa (Laliş/ Mûsil) kartêkirina wan li xelkî hebû û li stiranvanan. Di pey wê demê re, em tên qûnaxa Cizîrî, Feqiyên Teyran, Bateyî û Herîrî.. Wan jî kartêkirineke li wan miletên, ku wan bi zimanê wan dizanî kirin, lê ew bi xwe jî ketinbûn bin bandora Hefiz şîrazî, Firdewsî, Sa,ed şîrazî û Xeyam..Di qûnaxên pey wan re helbestvan û fîlosofên kurdîniyê Ehmedê Xanî û vekirina hicrikên feqeyan..Li Vir hem ereb, hem Tirk û hem Firs jî ev jê girtin, ji ber ta wê demê, ev system nebû. Wate, em dikarin bibêjin, ku ew mîna salonên edebiyatê yê sedsala 20an li Europa bû. Dibe ku Bedirxanî kartêkirinên xwe kiribin, li wan yên wan bi wî zimanî dizanî, lê ew kartêkirin wek berhem nediyar e.

Gava mirov rewşa helbestê di edebiyata Kurdî de dinirxîne –  helbesta Kurdî ya modern hûn çawa dihelsingîn in?

Eger ez behsê rewşa helbestê û asteya wê bi xwe bikim, dikarim weha bibêjim: di rewşên ceng û şerî de, helbesta bi kêş û terazû, ya sade û zû xwe digihîne berbelav dibe û ya li helbestê weke hunerekî û zanisteke bi serê xwe dibîne, kêm diyar dibe. Sedema wê yekê jî bi qalîteya xwendevên ve girêdayî ye. Wate xwendevanê tembel berhema hêsan û sade dixwaze. Lê hene jî bawer in, ku kurd pêdivî xwe xwenûkirinê û bipêşdebirina helbestê ye û bizav û pêkolê dike, qalikê xwecihî û herêmî bişkîne û xwe bi asteya navnetewî re muqayese bike. Bi giştî, ta ku bizava wergerê bi hêz nebe û nebe Instituel em nikarin bibêjin, dê zimanê me û nivîsên me yên hemî coreyî û di nav de helbestê wê xwedan asteyek bilind be. Ya êşdar, ku para bêhtir ji “helbestvanê” me kêm dixwênin û kêm serhalî zimanan û tecrubeyan in û eve jî dihêle em di hundurê bazinekî kevin de bimînin.

Dubare dibêjim, eger helbestvan ji kaniyên navnetewî, çi di rêka wergerê de an jî zanîna bi wan zimanan, venexwe û li serpêhatiyan venekole û xwendinê neke, dê aste kêm be û em ê nikaribin nasnameyekê bi helbesta kurdî çêbikin.

Qedexeya liser ziman û edebiyata Kurdî de (bi taybetî li bakur) çi bandor li pêşketina helbesta Kurdî kiriye?

Edebiyat bi giştî û helbest bi taybetî di atmosfêreke azad de, dikare asoyan li ber ziman û hunerê veke. Li bakur netenê qedexekirin hebû, belê asîmîlasiyon ta niha jî berdewam e. Dema pareke mezin ji civata rewşenbîrî û civaka normal, bigihe wê radeyê, ku dengkirin û nivîsîna bi zimanê xwe jê şerim bike û bi zimanê serdest, xwe serferaz û modern bibîne, eve susretek û kambaxiyeke mezin e. Em dibînin, ku yên dest avêtin edebiyat û toreya kurdî, (ji bilî di qûnaxa Osmaniyan de, ku Istenbul navend bû), nivîskarên derketibûne derve. Xaleke pozîtîv heye, ew jî Tirkan zû xwe gihandin edebiyata cîhanî û gelek werger hatin kirin, vêca dema nivîskarên kurd yên bakûr dest bi nivîsîna xwe kirin, xwedan gencînek mezin û berfereh bûn, ji zanîna li dor toreyê û hêdî hêdî kurdiya xwe başkirin. Li derveyî welêt helbestvanên mîn Rojen Bernas derketin û li welêt jî di salên heftêyan de, yên wek Berken Bereh, Arjen Arî (ji kovara Tîrêj) derketin. Lê di demên dawî de, gelek helbestvan di asteya başde derketine û wek nimûne Rênas Jiyan û gelekên din. Eger ew qedexkirin û asîmîlasiyon nebûya, dê dibistana Rehîmê Rehîmî berdewam bûya û dê helbesta kurdî bi giştî û li bakur bi taybetî di qûnaxeke din de bûya.

Ligor baweriya we – ji bo ku helbesta kurdî zêdetir bikaribe bê xwendin, bigihe xwendevanên Kurd – Bernameyek çawa (ji alî dezgeh, medya û saziyên fermî yên Kurd ve) divê bê birêvebirin?

Di baweriya min de, pêdivî bi programên baş li ser helbestê û yên bi rê ve bibin, pêdiviye şarezebûna wan di wê babetê de hebe û baş di karê sazbendiyê û rola media di gihandina zanînê de, ji hêla derûnî û zanistî têgehiştî be. Ji bîr neçe, ku em pêdivî programên danasîna edebiyata cîhanî ne, lewra ez bi fer dibînim, ku programên taybet li ser cureyên edebiyata cîhanî saz bibin û xelkên pispor vexwênin.

Li vir programê Marcel Reich Reinicki (Literatur Quartet) tête hizra min.

Helbesta Kurdî – rolek berçav di pêşketina muzika Kurdî de jî lîstiye. Ev aheng ligor we ji bo pêşketina helbesta Kurdî – rolek çawa lîstiye?

Niha nivîsîna peyvan bo stranê, ev e Lyrik e û şêweyek ji şêweyê helbestê ye û em hemî jî dizanin, metriyala herî baş bo Antropologan, li ser miletê kurd stirana kurdî bi hemî cureyan e, lê tişta negetîv tê de, ku bêhtirîn melodicêker û muzisiyanên me, di hilbijartina asteya peyvê de nezîrek in û daxwaz ji helbestvana dikin, ku ew xwe daxin asteya cemawer. Lê ya rast proses ewe ye, ku helbestvan asteya ciwanî, hunerî û teknîkî ya helbestê bilind bike û guhdêr/bîner/ çavdêr bi jor ve bibe. Wate proses berovajî dibe û eve jî meirsîdar e

Xebatên hevpar a edebiyatvan/helbestvanên Kurd de, liser asta welat û derveyî welat de heye?

Li welêt û derveyî welêt, nivîskarên rojava, di ware lidarxistina çalakiyên toreyî û bi taybet helbestê de, bi bizav in û her sal, ji sala 1993an ve, Mihrecana helbesta kurdî li dar dikeve, çi li welêt û çi li derve û her sal çend xelatên helbestê, mîna ya Cegerxwîn, Seydayê Palo  û mamoste Ebdulrehman Alocî têne pêşkêşkirin.

Xebatên li pêş te/projeyên di destê te de çi ne?

Ez bi xwe di ware wergerê û nivîsîna helbestê de, bi proje kar dikim û ji heyva 6, sala 2015an ve

Ez her şev kurte-helbestekê dinivîsim û û her du heftiya helbestvanekê/î ji elmanînivîsan werdigerênim kurdî û ji heyva 2an ve, di heftiyên 5 helbestan dinivîsim û 3-4 nivîskaran werdigerênim.

Min gelek pirtûkên helbestê yên neçapkirî hene. Ji xwe min ji sala 2005an ve pirtûkên helbestên çap nekirine û niha bêhtir ji 20 berhevokên helbestê amade ne û yên wergerê jî digihin 10 Albûman. Ji xwe ji bilî gotarên rexneyê, ku min nivîsîne û dinivîsim. Ez bêhtirîn karê xwe li ser bloga Facebookê ya xwe belav dikim.