Tirkiye: Zimanê bangeşeyê her diçe tundtir dibe

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê re, zimanê bangeşeyê jî tundtir dibe

K24-Navenda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê re, zimanê bangeşeyê jî tundtir dibe.

Her çiqas di vê hilbijartinê de tenê şaredar bihên bijartin jî, partiyên desthilat zêdetir giranî didin dijayetiya HDPê û parçebûna welat û mijara man û nemana Tirkiyê.

Erdogan, dengê tomarkirî yê hevserokên HDPê yên berê û niha, yên Parlamenterên HDPê û serkirdeyên PKKê di mîtîngan de dide guhdarkirin. Dibêje, HDP, di bin kontrola PKKê de ye,  behsa Kurdistanê dike, dixwaze welat parçe bike û di vê hilbijartinê de jî bi CHP û Îyî Partî re mil bi mil e.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê anî ziman:

"… Ma li Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistanê heye? Li Tirkiyê herêma başûrê Rojhilat û Rojhilatê û herêmên din hene. Bi 784 hezar kîlometre çargoşe Tirkiyê heye. Ev mirov hevserokê wê partiyê ye. Egetu Kurdistan dixwazî li bakurê Iraqê heye. Bicehime here wê derê.

Ez li vê derê bang li birayên xwe yên Kurd jî dikim. Werin em vê lîstikên xera bikin. Binêrin ez ji we re dibêjim birayên min. Em cudahî naxin navbera mirovan.Digel wan terorîstan cih negrin. Kemal Beg bi wan re mil bi mil, dest bi dest dest e. CHP, HDP, Îyî Partî, Saadet, yanî çar çete hemû bi hev re ne. Divê em bi hev re vê lîstikên xera bikin. "

Partiyên siyasî û lêkoler dibêjin, Serokomar Erdogan bi zanebûn van gotinan dibêje û dixwaze li ser dijayetiya HDP, bi tirsa parçebûna welat û man û nemanê, dengderan bikşîne aliyê xwe. Jiber ku tiştê êdî zêde bêje nemaye, neçarê vê siyasetê bûye.

Sezaî Temelî - Hevserokê HDP diyar dike:

"Dibêje ji vê Welatê herin. Bibûrin dibêje, bicehimin herin, dibêje yella herin. Tu kî, ji ku derê diqewitînî. Kî, ji welatê kî diqewitînî. Bi zanyariyên dibistana navendî ya dîrok û cografî diaxive. Ma tu nizanî ev der welatê me yê hevpar e. Sedan sal in gel li vê derê bihevre dijîn. Heta ku li ser vê welatê hevpar komareke demokratîk were sazkirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi vê têgihîştina yekperestî, tenê bi serê xwe maye. Lê binêrin AKP bi 71 kesan damezrand, niha tenê sê kes in. Piştî vê hilbijartinê jî, dê tenê ew bimîne. Ewqas got, yek, yek, yek,..  Niha bi tenê maye."

Şareza dibêjin, jiber ku Erdogan zimaneke weha bikar tîne, Kurdên nealîgirên HDP jî ji xwe dûr dixe. Tiştên ku berê gotine nika dijî wan dibêje û bi van gotinan nagihe encamekî.

Lê hin sayesetmedar jî dibêjî, taybet gotinên Erdogan û Wezîrê Navxweyî divê tenê di çarçoveya hilbijartinan de neyên nirxandin. Her çiqas bêjin Kurd û PKK ne yek tişt in jî, dibêjin, yên behsa Kurdistanê bikin divê herin û ev jî nîşaneya qirkirina û sirgunkirinên nû ye ku kurd ne xerîbê vê tiştê ne.

 

 

 

C.B