Polîsên Brîtanya 3 bombe pûç kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Polîsên Brîtanya 3 bombeyên destî li 3 cihên cuda yên Londonê pûç dike û lêkolîn berdewam in.
Polîsên Brîtanya ragehand, li wêstgeha Trênan li Water Low û Firokxaneya Hisro û Firokxaneya London sê bombên destî dîtin e.
Tîmên pûçkirina teqemeniyan jî, ji bo cihên bomban hatine şandin û ew bombe pûç kirin e.
Wêstgeha Water Low hatiye daxistin, lê polîsên Brîtanya ragehandin, Firokxane û geştên wan nehatine rawestandin.
Lêkolîn berdewam in û heta niha ti kes nehatiye girtin.
C.B