Şêwekarên jin ên Kobanê: Dikarin ji tariyê derkevin ronahiyê

Li Kobanê hejmarek ji şêwekarên jin û bi nêzîkbûna Roja Jinê ya Cîhanî re pêşangehek li Kobanê vekirin û bal kişandin ser tundûtijiya li ser jinê dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li Kobanê hejmarek ji şêwekarên jin û bi nêzîkbûna Roja Jinê ya Cîhanî re pêşangehek li Kobanê vekirin û bal kişandin ser tundûtijiya li ser jinê dibin.

Pêşangeh bi hevkariya rêxistina “Berçav” a Geşkirina Demokratî û Ragihandinê hat vekirin û dê du rojan li Hola Nizar vekirî bimîne.

Endamê Rêveber ê rêxistina Berçav Welîd Îbo ji K24ê re got: “Me xwast bi riya vê pêşangehê peyama jinên Kobanê bigihînin cîhanê ku tevî rewş xirab ya Kobanê, jiyan tê de dibe. Herwiha êş azarên jinê di vê demê de nîşan bidin.”

Şêwekar Şîrîn Îsmaîl ji K24ê re got: “Armanca pêşangehê ew e ku tevî êş û azarê jinê, lê dikare ji qonaxeke derkeve qonaxeke din, ji tarî derkeve ronahiyê.”