6 hezar çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derketin

Peyamnêrê K24ê li Baxozê diyar kir, di 2 rojên bûrî de zêdetir ji 6 hezar çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derketin û hevjîna çekdarê DAIŞê yê Fransî Jean Michel Clain ji K24ê re diaxive.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Baxozê diyar kir, di 2 rojên bûrî de zêdetir ji 6 hezar çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derketin û di nava wan de hevjîna çekdarê DAIŞê yê Fransî Jean Michel Clain jî hebû.

Peyamnêrê K24ê li Baxozê da zanîn, bi tengbûna dorpêça li ser DAŞê li Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê re, di du rojên bûrî de zêdetir ji 6 hezar û 500 çekdar û malbatên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin.

Di nava kesên derketine de, Dorothee Maquere hevjîna çekdarê Fransî Jean Michel Clain yê ku yek ji plandarêjên êrîşa Parîsê ya sala 2015an de hebû û tekez kir ku hevjînê wê Jean Michel Clain berî demekê hate kuştin.

Dorothée Maquere got: “Du tiştên cuda ne, destpêkê birayê hevjînê min Fabian hate kuştin û piştre hevjînê min hate kuştin, di 2 rojên cuda de ne bi hev re hatin kuştin. Tiştê ku min didît rast e, min dikir. Min digot, ez nikarim Îslama xwe li Fransayê bicih bikim, ji ber wê yekê koçberî vê derê bûm.”

Jineke din a Fransî dibêje: “Min li Fransayê jî rûyê xwe dinixumand. Danîna şerpê li Fransayê qedexe bû, min nikarî xwe li Fransayê xwe binxumînin û li ser ola xwe biçûma. Min xwast bi dilê cilê xwe lixwe bikim.”

Jineke Tirkî jî dibêje: “Ez koçberî vê derê bûm heya ez di riya xwedê re bimeşim. Ez bi hevjînê re xwe re hatin vê derê. Ew û kurê min ve hat kuştin.”