3 şervanên dîlên DAIŞê behsa trajediya xwe dikin

3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji berî 5 mehan ve dîl ketibûn destê DAIŞê hatin rizgarkirin, ew şervan ji K24ê re behsa eşkence azarên li ser destê DAIŞê dîtine dikin.
kurdistan24.net

 K24 – Baxoz

3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji berî 5 mehan ve dîl ketibûn destê DAIŞê hatin rizgarkirin, ew şervan ji K24ê re behsa eşkence azarên li ser destê DAIŞê dîtine dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber çend rojan karî hejmarek ji şervanên xwe yên dîl di destê DAIŞê de ji Baxozê rizgar bikin. 3 şervanan ji wan jî ji K24ê re behsa rewşa xwe di girtîgehên DAIŞê de kirin. Şervanê bi navê Ehemd dibêje, ta niha wî bawer nekiriye ku  ji destê DAIŞê azad bûye, ji ber ku hest dikirin ku mirî ne.

Ehmed ji K24ê re got: "Piştî ez ji zîndanê derketim, min hest ku ez ji nû ve jidayik bûme, wek miriyekî ku ji gorê rabe, mirin jê hêsantir bû."

Ebdilrezaq behsa rewşa xwe di zîndanên DAIŞê de dike û dibêje, ew 5 mehan tenê li ser xwarina nîskê dijî, ligel wê jî rastî hemû cureyê eşkenceyê dihatin.

Ebdilrezaq ji K24ê re got: "Em dihatin eşkencedan, eşkenceya me jî bi Belengo bû, em dalqandin û bi xertûman li me didan û danûstandina wan bi me re gelekî xerap bû. Spas bo xwedê hevalên me hatin û em rizgar kirin."

Cedan jî xwedî cêrokeke taybet e, serê pismamê wî hat birîn û dîmenên serbirînê pêşiya wî kirin û bi heman awayî DAIŞê gef li Cedan dixwar ku dê serê wî jî bibirin.