Operasyona kontrolkirina Baxozê dîsa destpê kir

HSDê careke din dest bi operasyona xwe li Baxoz a Dêrazorê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

HSDê  careke din dest bi operasyona xwe li Baxoza Dêrazorê dike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, dawî karwana malbatên çekdarên DAIŞê ji Baxozê  derketin. HSD û Hevpeymaniya Navdewletî jî, careke din dest bi operasyona xwe kirin.

Fermandarê fermandeya navendî ya artêşa Amerîkayê General Joseph Votel ragihand, şerê DAIŞ û tûndrewan hîn bidawî nebû ye. Got jî, ew ligel hevpeymanên xwe di şerê dijî DAIŞê de berdewam in. Da zanîn, ku ti fişar ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê li wan nebûye.

Li gor Rewangeha Sûriyê, ji 16ê meha borî ve û heta niha 17 hezar û 500 kes ji bajarokê Baxozê hatine derxistin, ku 2040 çekdarên DAIŞê jî, dinav wan de hene.

 

 

C.B