Îran: Em piştevaniya danûstandinên di navbeyna Kurdan û Sûriyê de dikin

Îran piştevaniya danûstandinên di navbeyna Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran piştevaniya danûstandinên di navbeyna Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de dike.

Serokê Komîta Asayişa Neteweyî û Siyaseta Derve li Civata Şura ya Îranê Hişmetulla Felahet Pîşe, ji ajansa ÎRNA ya fermî ya Îranê re got, Îran piştevaniya danûstandinên di navbeyna hikûmeta Sûriyê û Kurdên li wî welatî dike û dixwaze her dû alî danûstandinan bikin û rewş ji bo wê yekê tê amade kirin.

Navborî diyar jî kir, Îran amade ye alîkariya hikûmeta Sûriyê bike.

Derbarê rewşa Îdlibê jî, Hişmetulla Felahet Pîşe got, li wê parêzgehê 100 hezar terorist hene, û ji ber wê yekê jî, ji 10 ta 15e yê xaka bakurê rojavayê Sûriyê rastî pirsgirêkên mezin tê.

 

 

 

C.B