Hukimeta Kurdistanê paşkefta mûçeya fermaberan hilweşand

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê paşkefta Mûçeya fermanberan hilweşand

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê paşkefta Mûçeya fermanberan hilweşand.

Piştî civîna Civata Wezîran, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyek rojnamevanî de biryara nû ya hikûmetê derbarê hilgirtina paşkefta mûçeyê ragihand.

Nêçîrvan Barzanî got, ji vê mehê ve, mûçe wek xwe tê dabeşkirin, û sîstema paşkefta mûçeyê jî nema.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand jî, îro ew roj e ku wan soz dabû, her demekî bikarin, dê paşkeftê nehêlin.

Got jî, spasiya mamosta, fermanber, Hêzên Asayiş û Pêşmerge dikin, ku qurbanî dan û xwe ragirtin.

Piştî ku Bexda razî bû, ku her meh 522 milyar dînar wek mûçeya fermanberên herêma Kurdistanê bişîne, biryara paşkefta mûçeyê hat hilweşandin.

 

 

C.B