2 keç û 4 zarokên din ên Êzidî ji DAIŞê hatin rizgarkirin
K24 – Baxoz
Du keç û çar zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê hatin rizgarkirin. Ew keçên Êzidî behsa êş û azarên xwe li cem DAIŞê dikin, keçek jî dibêje ku ew û Nadya Murad bi hev re hatibûn revandin.
Peyamnêrê K24ê li Baxozê da zanîn di du rojên bûrî de nêzîkî 2 hezar 600 kes ji malbatên DAIŞê ji Baxozê derketin, di nava wan de 2 keç û 4 zarokên Kurd ên Êzidî hebûn. Keça Êzidî Teysîr piştî 5 salan ji revandinê û dema gihîşt nava şervanên HSDê cilê reş a DAIŞê şewitand.
Teysîr û Edîba ji K24ê re behsa trajediya revandin û eşkenceyên bi serê wan de dihat kirin û gotin, ew ti carî tiştê bi serê wan de hatiye ji bîr nakin.
Teysîr behsa wê dike ku dima hatine revandin Nadya Murad jî bi wan re û çekdarên DAIŞê wêneyên wan digirtin, çekdarekî DAIŞê jî dest avête Nadya Murad û qîr kir.
Ew her keçên Êzidî amaje bi wê yekê kirin jî, hîna hejmarek mezin ji zarok û jinên Kurd ên Êzidî di Baxozê de mane.