Almanya welatiyên xwe li Tirkiyê hişyar dike

Wezareta Derve ya Almanyayê welatiyên xwe yên serdana Tirkiyê dikin ji axaftin û nivîsînê hişyar dike, ji bo neyin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Almanyayê welatiyên xwe yên serdana Tirkiyê dikin ji axaftin û nivîsînê hişyar dike, ji bo neyin girtin.

Rojnameya “Deutsche Welle” a Almanî belav kir, Wezareta Derve ya Almanyayê daxwaz ji walatiyên Alman dike hişyar bin bo derbirîna nerînên xwe li hember hikûmeta Tirkiyê, ji ber ku egera desteserkirina wan heye.

Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje, Tirkiye xelkê welatê xwe û rojnamevanan bê sedem û li ser axaftin û rexneyan desteser dike.

Amaje bi wê jî dike, di du salên bûrî de çendîn welatiyên Alman li Tirkiyê hatine desteserkirin.

Bi nêzîkbûna werzê Havînê hejmarek mezin ji geştiyan ji Ewropa serdana Tirkiyê dikin û Almanya daxwaz ji welatiyên xwe dike, beşdarî kombûnan nebin û rexneyan li hikûmeta Tirkiyê negirin, ji ber metirsiya girtina wan heye.

 

S. B