Karayilan: Armanca PKK demokratkirina Tirkiyê ye

Murat Karayilan bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye, lê demokratkirina Komara Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Murat Karayilan bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye, lê demokratkirina komara Tirkiyê ye.

Fermandarê Biryargeha Navendî yê Parastina Gel Murat Karayilan dibêje, Erdogan li meydanên hilbijartinê bangeşeyên bêbingeh û ji rastiyê dûr dike.

Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye. Armanca PKKyê biratiya gelan û demokratkirina komara Tirkiyê ye. Lê Erdogan ji bo serkeftina xwe, dixwaze HDPyê wekî rêxistinek terorî nîşan bide.

Karayilan herwiha bersiva Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu jî da û got, PKK bidawî nehatiye. PKK di dema xwe ya herî bihêz de ye û di sala 2019an de, dê pêngavên nû û girîng bavêjin.

 

 

C.B