Bolton: Kirîna Tirkiye ya S400an pirsgîrêkek mezin e

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerika John Bolton dibêje: Kirîna mûşekên Rusî S-400 ji alî Tirkiye ve, pirsgirêkek mezin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerika John Bolton dibêje: Kirîna mûşekên Rusî S-400 ji alî Tirkiye ve, pirsgirêkek mezin e.

John Bolton li hember daxûyaniyên Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ku gotibû: "Ew li hêviyê ne meha Mijdarê, Balefirên F-35 an ji Amerika wergirin" bersivek tund da.

Bolton got: Li hemberî wergirtina balefirên F-35 kirîna mûşekên Rusî  S-400 heye, ku pirsgirêkek mezin e.

John Bolton dibêje: Di pêwendiyên wan û Tirkiyê de, gelek arîşe hene, yêk ji van arîşeyan kirîna mûşekên S-400 yên Rusî ji alî Tirkiye ve ne.

Bolton diyar dike: Di babeta Surîyê de jî, Tirkiye pirsgirekan derdixe û jiber ku Endamek NATOyê ye, pêwist e alîkarên hevûdin bin.

 

 

C.B