Îran: Me ligel Tirkiye Operasyona hevbeş dijî PKK nekiriye

Lê piştî van daxûyaniyan hê çend seet jî derbas nebûbû, Îran bi daxûyaniyeke lezgîn, axaftina Suleyman Soylu derew derxist. Berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Îranê ragihand, ko wan digel Tirkiyeyê dijî PKKyê operasyoneke hevbeş nekirine...

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ev 2 roj in di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de bûye rojev û di derbarê wê de agahiyên nû belav dibin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Sûleyman Soylu eşkere kir: Areteşa Tirkiye û Arteşa Îranê li ser sînorên xwe dijî gerîlayên PKKyê operasyoneke hevbeş kirin e. Soylu dide zanîn ko wî ji bo vê operasyonê 3 caran serdana Tehranê kiriye û berpirsên Îranê jî çend caran çûne Tirkiyê.

Îro danê sibê seet 8an de li ser sînorê me yê rojhilat dijî PKKyê me digel Îranê operasyoneke hevbeş kir. Di dîroka me de yekemîn car bû, ko me digel Îranê operasyoneke hevbeş kir. Emê piştre encamên operasyonê eşere bikin. Em nahêlin PKK bijî û emê dawiya wê bînin.

Lê piştî van daxûyaniyan hê çend seet jî derbas nebûbû, Îran bi daxûyaniyeke lezgîn, axaftina Suleyman Soylu derew derxist. Berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Îranê ragihand, ko wan digel Tirkiyê dijî PKKyê operasyoneke hevbeş nekirine.

Ji vê derewderxistinê mirov têdigihe ko Suleyman Soylu bi agahiyên nerast bangeşeyên hilbijartinê dike.  Lêbelê civîneke li Şamê bala gelek kesan kişand ser xwe. Wezîrê Berevaniya Suriyê û her du Serokerkanên Îran û Iraqê li Şame kombûneka hevbeş kirin. Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî ragihand ko ewlekariya Îran, Suriye û Iraqê yek e. Bi taybetî divê rêz li mafê serweriya Suriyê were girtin û di şerê dijî terorê de alîkariya wan a bo Suriyê dê berdewam bike.

Wezîrê Berevaniya Suriyê Elî Ebdullah Eyûb jî dibêje, divê Amerîka ji Suriyê derkeve û çi bi aşitî, çi jî bi şer ewê bajarên kurdan careke din bidest bixin.

Balkêş e ev îdia û axaftinên henê piştî şerê gerîlayên PKK û Arteşa Îraqê  belav bûn. Di şeva 17ê Adarê de di navbera gerîlayên PKK û Arteşa Iraqê de şer derketibû û 2 leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

 

 

 

C.B