Çekdarên opozîsyonê ji K24ê re behsa şerê Efrînê dikin

Hejmarek ji çekdarên opozisyona Sûriyê yên di Operasyona Mertala Firatê de beşdar bûn û niha jê veqetiyane û niha li Minbicê ne ji Kurdistan24ê re behsa şerê Efrînê dikin û dibêjin, fermandarên wan ji wan re digotin, biçin li Efrînê şer bikin û mal û milkên wan wêran bikin û ta na jî ev kiryar berdewam in.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji çekdarên opozisyona Sûriyê yên di Operasyona Mertala Firatê de beşdar bûn û niha jê veqetiyane û niha li Minbicê ne ji Kurdistan24ê re behsa şerê Efrînê dikin û dibêjin, fermandarên wan ji wan re digotin, biçin li Efrînê şer bikin û mal û milkên wan wêran bikin û ta na jî ev kiryar berdewam in.

Salek bi ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike re derbas dibe. Salek e dizî, talan, revandina welatiyan, wêrankirin û proseya guhartina demografî li Efrînê berdewam e. Hejmarek ji çekdarên opozisyona Sûriyê yên di Operasyona Mertala Firatê de beşdar bûn û niha jê veqetiyane, niha behsa şerê Efrînê dikin.

Çekdarê Mertala Firatê yê bi navê Hesen Mehmûd dibêje, fermandarên wan ji wan re gotin, heger hûn li Efrînê şer bikin, hûnê bibin xwedî xanî û otombîl û her tiştê di destê we keve, dê ji we re be.

Hesen Mehmûd ji K24ê re wiha axivî: “Fermandaran ji me re digotin, çi tiştê di destê we keve dê ji we re be, em tiştekî ji we naxwazin. Bikevin malan û otombîl û her tişt ji we re ye, tenê hûn bi me re biçin Efrînê. Kesekî bixwaze jî neçe Efrînê, wan ew bidûr dixistin, yan jî tawanek pê ve dixistin û desteser dikirin.”

Çekdarê bi navê Omer Derwîş dide zanîn, ji dema derbasbûna Tirkiye û çekdarên Mertala Firatê bo Efrînê re, hîna şerê navxweyî di navbera çekdarên opozîsyonê de berdewam e û welatiyên deverê jî dibin qurbaniyên van şeran. Herwiha bi hezaran jî xelkê derbider bûn û xelkê Xûtaya Şamê li şûna wan hatin bicihkirin, yên li Efrînê jî mane di bin metirsiyeke pir mezin de dijîn.

Omer Derwîş dibêje: “Şerê navxweyî di navbera hemû aliyan bi awayekî rojane diqewimî, lê li ser asta fermandarên wan aliyan ti pirsgirêk tune bûn.”

Salek e li Efrînê kiryar, binpêkirin û rawan bi derheqê Efrîniyan ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve tên tên kirin, tevî gelek xwepêşandanan û pêşkêşkirina belgeyan ji Netewên Yekgirtî re, lê bêdeng e û ti encam nedane û kiryarên xirap bi ser Efrîniyan de berdewam in.