Careke din şer di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de derket

Piştî ku berî du rojan şer di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de derket, îro careke din li gundê Bab Şilo ya ser bi Şingalê ve şer rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku berî du rojan şer di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de derket, îro careke din li gundê Bab Şilo ya ser bi Şingalê ve şer rû da.

Li gor Fermandarekî YBŞê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, 3 lîwayên artêşa Iraqê ku ji Mûsilê hatibûn, hatin ser baregeha YBŞê li gundê Bab Şilo û daxwaz ji YBŞê kir çekê xwe deyne û wî cihî vala bikin, lê YBŞê bi ti awayekî razî nebû fermana artêşa Iraqê bicih bîne û ji ber wê şer di navbera wan de derket.

Li navçeya Um Dibyan jî li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de şer di navbera çekarên YBŞ û artêşa Iraqê derket û di encamê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û otombîleke leşkerî jî hat şewitandin û ji her du aliyan birîndar hene.

Ji aliyekî din ve, Fermandarekî Polîsa Iraqê ku wî jî nexwast navê wî bê aşkerekirin ji peyamnêrê K24ê re ragihand, hişyariya ku artêşa Iraqê roja 17ê vê mehê dabû YBŞê, çekdarên YBŞê pabendî wê nebûn, ji ber wê jî 3 lîwayên artêşa Iraqê çûn ser baregehên YBŞê.

Şeva 17ê vê mehê şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Heşda Şeibî li nêzîkî Şingalê derket û di encamê de 2 çekdarên Heşd hatin kuştin û hejmarek ji her du aliyan birîndar bûn.

Roja18ê vê mehê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewa, Fermandarê Firqeya 15 a Heşda Şeibî û çend fermandarên din ên artêşa Iraqê ku ji Baxdayê hatibûn Şingalê û bi YBŞê re civiyabûn û hişyar kiribû ku nabe hêzên wan li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de ti pirsgirêk û astengiyan ji tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê re çêbikin û divê ew hemû hêzên xwe ji wî sînor dûr bixin.

 

S. B