Wezareta Derve ya Ingilistanê - belgeyên nerast - amadekirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Sazûmana medyayî ya BBC eşkere kir, ku: Di dema 30 salan de Wezareta Derve ya Ingilistanê belgeyên sexte amade kirin e û wekî yên rast gihandine destê medyayê, ji bo ku raya giştî di berjewendiya xwe de organize bike.
Ligor nûçeya BBC, belge ji alî yekîneya propaganda ya nehênî – Dezgeha Lêkolînên Zanyarî (Information Research Department - IRD) girêdayî Wezareta Derv eve hatine amadekirin.
Herweha hatiye eşkerekirin, ku di dema herî zêde de derdora 600 karmednên IRD hebûn e. Dema wan a herî çalak jî salên 1960an bûn e.
Di dema 30 salan de, gelek daxûyanî, plakat û nivîsên din ên propagandayî ji alî IRD ve hatine nivîsandin, lê wekî yên dezgehên ku dixwazin bikin armanc hatine weşandin…
Ev belge yekem car hatine eşkerekirin û li Ingilistanê mijarek gengeşeyî ya xebata IRD ne…
C.B