“Hevalbendiya Sêalî” û sînaroyên li pêş Kurdan

Daxuyaniyên Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyê Elî Eyob ên niyaza Sûriyê heye hemû deverên di destê HSDê de ne vegerîna bin kontrola xwe “bi xweşî, yan bi şer” careke din doza Kurdî li Sûriyê danî ser êgir.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxuyaniyên Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyê Elî Eyob ên niyaza Sûriyê heye hemû deverên di destê HSDê de ne vegerîna bin kontrola xwe “bi xweşî, yan bi şer” careke din doza Kurdî li Sûriyê danî ser êgir.

Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyê di konferanseke rojnemevanî de bi Serokerkanê artêşa Iraq û Îranê re ragihand, artêşa Sûriyê dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bike û serweriya Sûriyê bi alîkariya dostên xwe biparêze, eger ne bi danûstandinan be dê bi darê zorê be. li ser vê daxuyaniyê Desteya Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji alî xwe ve di beyanameyekê de ragihand, ew amade ne danûstandinan bi Şamê re bikin, lê heger rêjîma Sûriyê şer jî bike ji mafê wan e berevaniya xwe bikin.

Li ser vê daxuyaniyê, aliyên siyasî yên Kurdî dibînin ku hişê rêjîmê nehatiye guhertin, lê di heman demê de jî dibînin ku beşdarnebûna Rûsiyê di vê civîna navbûrî de, tê wateya ku nakokî di navbera rêjîmê bixwe de hene.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat ya Kurdistanî Telal Mihemed ji K24ê re got: “Rûsya di vê civînê de ne beşar e. Em dibîjin ku nakokî di navbera rêjîma Beis bixwe de heye, beşek heye pişta xwe bi hebûna Îranê û Şîe ve girê dide, beşek jî xwe bi Rûsyayê ve girê dide û Rûsya piştgîriya wê dike. Xuya ye çareseriya siyasî ya Sûriyê di dawiyê de dê destê Rûsyayê de be û bi lihevkirin bi Amerîka re.”

Hin şîrovekarên siyasî dibînin ku artêşa Sûriyê ne di wê astê de ye ku karibe bi darê zorê xaka Sûriyê kontrol bike, nemaze ku Amerîka biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê guherand, herweha Hevpeymaniya Navdewletî jî li herêmê ye. Ji alîkî din ve tê xuyanîkirin ku bi nêzîkbûna ragihandina jinavbirina DAIŞê, rêjîma Sûriyê dixwaze nameyekê bide ku ew heye û dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bike.

Şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên ji K24ê re got: “Bawer nakim ku ev herêm bikeve destê rêjîma Sûriyê, heta ku çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyê nebe, bi taybet ku Amerîka bi lêvegerek ji proseya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê re kir û got ku divê ew armancên xwe bicih bînin, ew jî yek jinavbirina DAIŞê, du rêgirtina li pêş Îranê û ya sêyem jî çareseriya siyasî ye. Ji ber wê jî çiqas daxuyanî derkevin bawer nakim ku rêjîm karibe derbas bibe. Herwiha HSDê jî diyar kir ku ew amade ne ji danûstandinê re û dema rêjîma mafê wan nas bike, dê bi rêjîmê re jî lihev bikin.”   

Çavdêrên siyasî dibînin ku çareseriya Krîza Sûriyê dê siyasî be û gefên ku rêjîma Sûriyê dixwe ti wateya wan tune ye, nemaze ku Amerîka ji bo hêzên xwe li Sûriyê budceyeke mezin terxan kiriye, ev yek jî tê wateya ku hebûna hêzên Amerîka li Sûriyê tekez dibe û gefên artêşa Sûriyê pûç dike. Ji aliyekî din ve jî Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî metirsiyên xwe ji şanên razayî yên grûpên radîkal li Sûriyê nîşan didin, ku ev jî wateya berdewamiya kirîza Sûriyê diyar dike.