Guven: Tirkiyê ti rê ji bilî girevên birçîbûnê ji me re nehîştiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Leyla Guven radigihîne, Hikûmeta Tirkiyeyê ji bilî girevên birçîbûnê ti rê ji wan re nehiştiye, lê ew ne bêhêvî ne.
Parlementera HDPê û Hevseroka KCDê Leyla Gûven bersiva nameya Jordi Cuixart ko serokê rêxistineke Katalan e û zindanîkirî ye da û ragihand: “Têkoşîna wan ji bo dadperweriyê ye, lê di vê têkoşînê de hikûmeta Tirkiyeyê ji bilî çalakiya girevên birçîbûnê ti rê ji wan re nehiştiye. ”
Leyla Guven amaje bi wê yekê kir, ligel ku demsalek ji ser çalakiya wê re derbas bûye, lê hikûmeta Tirkiyeyê bêdengî hilbijartiye. Dîsa jî, ew ne bêhêvî ne û li ser çalakiya xwe rijd in.
Leyla Gûven 133 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî di girêve birçîbûnê de ye.
S. B