Bi hatina Newrozê re fişar li welatiyên Efrînê zêdetir bûne

Bi derbasbûna salekê di ser dagîrkirina Efrînê û hatina cejna Newrozê re grûpên çekdar zêdetir fişarê dixin ser Kurdên Efrînê û duhî zêdetir ji 25 kesan hatin revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi derbasbûna salekê di ser dagîrkirina Efrînê û hatina cejna Newrozê re grûpên çekdar zêdetir fişarê dixin ser Kurdên Efrînê û duhî zêdetir ji 25 kesan hatin revandin.

Navenda Medyayî ya Efrînê re belav kir, grûpên çekdar li gundên Meydana gundî kom kirin û bi egera derketina sirûştê û lidarxistina ahengên Newrozê hişyar kirin.

Herwiha wê navendê amaje bi wê yekê kir, grûpên çekdar sekvan li deriyên gundan û li çatrêyên sereke yên Efrînê belav kirine.

Diyar kir jî, Polîsa Leşkerî hejmarek welatî ji gundên Meydana ji demekê ve revandine ji wan jî, Ebdo Mihemed Şêxo, Ebdo Qasim Bêrem, Ehmed Şaban Hemo, Heysem Mustefa Hebeş, Mihemed Hebîb Sîdo (Ji salekê ve revandî ye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e), Ehmed Mihemed Qemer, Şêxo Mihemed Bekir û Bekir Mihemed in.

Ji aliyekî din ve, grûpa Silêman Şah (Emşat) avêt ser gundê Çeqelê Orte ya navçeya Şiyê û hejmarek welatî revandin û li hember azadkirina her yekî ji wan daxwaza 2 hezar Dolar ji gundiyan kir.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, ji kesên revandî yên hatine naskirin ev in: Elî Şêx Zênel, Mihemed Cuma Betal, Heyder Xezo, Arif Şêx Zênel, Cegerxwîn Mihemed, Mihemed Nebo, Ezîz Mustefa Mustefa, Bêrem Ebdo Kalo, Enwer Osman, Elî Reşîd Tarî, Ebdilrehman Elî Betal, Husên Hacî Ehmed .

Li gundê Kurzêlê ya navçeya Şêrewa jî her yek ji Mustefa hemkiro û kurê wî Ebdo û Ebdilrehamna Mihemed Hemkiro û kurê Selah ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.

Piştî ku encûmenên xwecihî yên Efrînê di daxuyaniyekê de cejna Newrozê li welatiyên Efrînê pîroz kiribûn û gotibûn her kesek azad e Newroza xwe bi awayê guncaw bike, lê di piştre di daxuyaniyekê de ahengên Newrozê hatin qedexekirin.

 

S. B