Tiramp: Ev şev dawî pêgeh a Daişê li Suryayê dê bihê kontirol kirin
K24- Hewlêr
Serok ê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehand , ev şev, Em dawî pêgeh a Daişê li Suryayê bigrîn.
Kenal a (CBS news) a Emerîkayî belav kiriye, Tiramp ragehandîye jî ku 400 serbaz emerîkayî li rojhilat a Suryayê dê vemînin.
Belavkirin a evan zanyarîyan di demekê de ye ku Hêz ên Surya ya Dîmukrat , evro ragehandibû, hêz ên wan ji serkevtin a dawîyê bi ser Daişê re nêzîk bûne.
Duhî HSD şîya xîç a berevan î a Daişê bi herrişîne ku li kemp a Baxozê duristkiribûn.