Newroza Diyarbekrê bi beşdariya bi sedhezaran dom dike

Al ên Kurdistanê di Newroza îsal de di destê bi hezaran hevwelatiyan de ne...

K24 – Diyarbekir

Cejna Neteweyî ya Kurdistanê – Newroz, li Diyarbekrê bi beşdariya bi sedhezaran welatî dom dike.

Tifaqa Partiya Demokratîk a Gelan HDP ligel Partiyên Kurdistanî bi awayek bibandor di qada Newrozê de xwe diyar dike.

Alên Kurdistanê di Newroza îsal de di destên bi hezaran hevwelatiyan de ne.

Berpirsên HDP û Birêvebirên Partiyên Kurdistanî Newroza gelên Kurdistanê pîroz kirin, daxwazên xwe yên azadî, maf, aştî û brayetiyê gihandin.

Di ahenga Newrozê de 268 rojnamevanan daxwaza akreditasyonê kiriye.

Di ahenga Newrozê de, destpêkê grûba Bajar derket ser dike. Digel stranên wan yên gelerî, bi hezaran beşdarvan govend girtin.