Rêkeftina Iraq, Îran û Sûriye aloziyan li herêmê peyda dike

Îran, Sûriye û Iraq liser vekirina rêyek bejahî bo girêdan a Tehranê bi Şamê re, ji nav axa Iraqê, rêkeftin

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran, Sûriye û Iraq liser vekirina rêyek bejahî bo girêdan a Tehranê bi Şamê re, ji nav axa Iraqê, rêkeftin.

Rojnameya 'Ukaz a Si'ûdiyê ji çavkaniyek bilind ê Iraqê belavkiriye, di civîna Supasalarên Îran, Iraq û Sûriyê de, her sê welat di derbarê vekirina rêyek bejahî bo girêdana Tehranê bi Şamê re, bi rêya axa Iraqê rêkeftin.

Çavkaniyê ragihandiye jî, ew rê li navçeyên Deşta Neynewa, Şingal û beşek ji navçeyên jêr desthilata herêma Kurdistanê jî, derbas dibe.

Rojnameyê eşkere kiriye, dibe ev hewla hikumeta Iraqê, krîzek din di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dirust bike.

 

 

 

C.B