Birayê Selahetîn Demîrataş: Newroza îsal bo yekbûna Kurd gelek girîng e

Kurdên li Berlîna Almanyayê Newroz bi vêxistina agir û lidarxistina ahengan cejna Newrozê û sersala Kurdî pîroz kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Kurdên li Berlîna Almanyayê Newroz bi vêxistina agir û lidarxistina ahengan cejna Newrozê û sersala Kurdî pîroz kirin. Birayekî Selahedîn Demîrtaş jî di ahengê de beşdar bû û spasiya piştgîriya xelkê ji bo Demîrtaş kir. Herwiha Wezîrekî Almanî jî bi germî behsa rola Pêşmerge ji bo aramî û aştiya cîhanê kir.

Hunermend Rojîn ji K24ê re got: “Newroza hemû gelê Kurd pîroz dikim. Bi ya xwe îsal wek salên berê nexweş nebe, Bi xweştir, azadîtir, geştir cejnê wek cejnê bijîn, bi hêviya ku em Kurdên her çar perçên Kurdistanê rojên xweş bibînin û cejna wan hemûyan pîroz dikim.”  

Biryarê biçûk ê hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrataş li pîrozbahiya Newrozê amade bû û silavên Demîrtaş û malbata xwe bi boneya Newrozê gihande beşdaran û spasiya piştgîriya xelkê ji bo Demîrtaş kir.

Silêman Demîrataş got: “Dixwazim di destpêkê de vê bibêjim. Em xelkekî bihêz in. Em zarokên bihêz ên wî xelkî ne. Em zarokên dayikên bihêz in. Divê em xwedî li wê kevneşopiya berxwedêr a Kurdan derkevin û ji bo vê jî divê em xwe neçemînin. Li gor min di Newroza îsal de Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê têgihiştin ku yekbûna wan gelek girîng e û ji bo vê jî tên ba hev û hêzên xwe dikin yek.”

Wezîrekî wîlayeta Brandenburg a Almanyayê beşdarî ahengê bû û pîrozbahî ji bo Pêşmerge şand û daxwaz jê kirk u di xebata xwe de berdewam bin ta bigihin serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Wezîrê Kar û Tenduristî û Malbatê di wîlayeta Brandenburg de Andreas Puntar ji K24ê re got: “Hêviyeke taybet ji Pêşmerge re dixwazim ku berdewam bin bi parastina navçeyên xwe û berevanî li azadiyê gihîştina bi serxwebûnê herêma xwe bikin.”