Rojava.. Baran û lehiyê ziyanên mezin kirin

Ji duhî bareke bihêz li Rojavayê Kurdistanê dibare û li gelek deveran lehî rabûye û gelek rê, pire, xanî û zeviyên welatiyan ziyanên mezin dîtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji duhî baraneke bihêz li Rojavayê Kurdistanê dibare û li gelek deveran lehî rabûye û gelek rê, pire, xanî û zeviyên welatiyan ziyanên mezin dîtine.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, ji ber barîna baranê asta çemê bajarokê Dêrikê bilind bû û lehî dervasî nava xanî û dikanên li aliyê wî çemî û gelek ziviyên derdora Dêrikê jî di bin lehiyê de man.

Ji ber rabûna lehiyê jî û metirsiya rabûna asta avê û hilweşîna bendava Borzê a li nêzîkî Dêrikê, gundê Borzê hate valakirin.

Diyar kir, li gundê Îlah Qos a devera Aliyan jî ji ber baran û lehiyê xaniyek hilweşiya û tenê ziyanên canî bûn.

Herwiha da zanîn jî, ji ber rabûna lehiyê hin pireyên li ser riyan ziyanên mezin dîtine û tîmên çakirina pireyan hewla çakirina wan didin.

Peyamnêrê me da zanîn, lehî li gund û bajarokê wek Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesibiyê jî bilind bûye û piraniya rê û kolanên wê herêmê di bin lehiyê de mane û av dervasî nava gelek xaniyê welatiyan bûye.

Li gor pêşbîniyên keşûhewayê jî, tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê şepola baranê heta çend rojên din jî berdewam be û lehî rabe.

S. B