Civîna PDK-YNK destpê kir

Ligor peyamnêrê K24 ji Silêmaniyê ragihandî, YNK bi taybetî rijdbûna xwe di wergirtina postên girêdayî bi asayişa Kurdistanê ve tîne ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK, ku tê çaverêkirin taybet be bi pêkanîna kabîneya hukimeta nû ya herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanyê, li avahiya Mekteba Siyasî ya YNK destpê kir.

Ligor peyamnêrê K24 ji Silêmaniyê ragihandî, YNK bi taybetî rijdbûna xwe di wergirtina postên girêdayî bi asayişa Kurdistanê ve tîne ziman.

Duhî hin berpirsên YNK diyar kiribûn, ku bibawer in di civîna îro ya PDK û YNK de encamên erênî derkevin.

Piştî hilbijartina Parlementoya herêma Kurdistanê, ku di dawiya meha Îlon a sala par de pêkhat, zêdeyên aliyên siyasî di Parlementoya Kurdistanê de, di nav de Tevgera Goran amadebûna xwe ya beşdariyê di kabîneya nû ya hukimeta herêma Kurdistanê de diyar kirin e. Lê YNK di civînên cuda yên bi taybetî ligel PDK de, daxwazên cuda anîne rojevê, ku niha zêdetir bi wergirtina postên bi asayişa herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

Herweha ligor peyamnêrê K24, YNK daxwaza 2 cîgirên ji bo Serokê herêma Kurdistanê dike, ku yek ji wan ji YNK be û kontrola birêvebiriya asayişa herêma Kurdistanê di nav berpirsiyariya vî cîgirê de be.

 

 

C.B