Şam: Bila Trump du wîlayetên Amerîkî bide Îsraîlê

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, heger Serokê Amerîka Donald Trump dixwaze xakekê bide Îsraîlê, bila du wîlayetên Amerîkî bide wê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, heger Serokê Amerîka Donald Trump dixwaze xakekê bide Îsraîlê, bila du wîlayetên Amerîkî bide wê.

Beşar Caferî duhî  civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê pirsên Rojhilata Navîn de tekez, Golab xaka Sûriyê ye û dê vegere hembêza Sûriyê, ti mafê Serokê Amerîka yê siyasî, yasayî û exlaqî nîn e ku bi beşekê ji xaka Sûriyê bilîze.

Caferî got: Heger Amerîka bi Îsraîlî re ewqas bexşende ye, bila du wîlayetên xwe bide Îsraîlê.

Got jî: 14 endam ji koma 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li dijî wê biryarê ne û tenê Amerîka li dijî Sûriyê ew biryar derkiriye.

Amaje bi wê yekê jî kir, di dema Encûmena Asayişa Navdewletî li ser pirsa gengeşekirina biryara Trump a ne rewa civiya ye, firokeyên Îsraîlê bajarê Pîşesazî li rojhilatê Helebê bombebaran dike.

Caferî tekez kir jî, Îsraîlê xwast ya nexwast û Amerîka ew parast yan neparast, Golan beşek ji Sûriyê ye û heger Îsraîl ji pêvajoya aştiyê ya sala 1991an destpê kiriye bireve, Sûriye dê bi darê zorê Golanê vegerîne.

 

S. B