MSD destûrê di Diyaloga Sûrî – Sûrî de guftûgo dike

Li bajarê Kobanê gera sêyemîn a Diyaloga Sûrî – Sûrî di bin diruşma “Ji girêbesta civakî ya Sûrî ber bi serdema demokrasiya nû” bi serperiştiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) destpê kir û tê de li ser destûr, pêşaroj û rengê dewleta Sûriyê hat guftûgokirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li bajarê Kobanê gera sêyemîn a Diyaloga Sûrî – Sûrî di bin diruşma “Ji girêbesta civakî ya Sûrî ber bi serdema demokrasiya nû” bi serperiştiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) destpê kir û tê de li ser destûr, pêşaroj û rengê dewleta Sûriyê hat guftûgokirin.

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Hikmet Hebîb li ser vê gera diyaloga Sûrî – Sûrî ji K24ê re got: “Di vê gerê de hin kesayetiyên serbixwe, civaka sivîl, opozîsyona hundir û hin partiyên moletkirî yên Sûriyê beşdar bûn. Herwiha hin kesayetiyên opozîsyona Sûriyê ya derve û kesayetiyên nêzîkî hikûmeta Sûriyê ve jî beşdar bûne.”

Diyalogê di roja xwe ya yekem de li ser destûra Sûrî û pêşeroja deverê guftûgo kirin, tê de rengê Sûriyeya pêşerojê, awayê desthilatdariyê û lihevanînê di navber gelê Sûriyê de xalên sereke bûn.   

Çalakvan Yasmîn El Eyniye di vê derbarê de got: “Ev dîdar ji bo nerîneke hevbeş ji hemû pêkhateyên Sûriyê re ye, tê de hemû partiyên siyasî, kesayetiyên serbixwe û yên civaka sivîl hatine vexwandin, ji bo gengeşekirina gihîştin bi çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re û dûrî destêwerdanên derveyî.”

Her du gerên berê yên Diyaloga Sûrî – Sûrî li bajarokê Eyn Îsayê birêve çûbûn, lê vê carê Desteya Amadekar vê diyalogê li Kobanê birêve dibe û ev diyalog dê du rojan berdewam bike.