Engel: Nabe Amerika xiyanetê li Kurdan bike

Engel ji K24 re anî ziman: “Sempatiya min a mezin ji Kurdan re heye. Ew xwediyê xaka xwe ne”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komiteya Pêwendiyên Derve yê Amerikayê Eliot Engel, ji Wezîrê Derve yê Amerikayê Mike Pompeo re diyarkir, ku: “Bi giranî pêşniyar dikim – hevpeymanên me Kurd dive werin parastin. Amerika nabe xiyanetê li Kurdan bike”.

Eliot Engel di civîna çarşemiyê ya Komîteya Pêwendiyên Derve de, ji Mike Pompeo re anî ziman: “Daxûyaniya Serok Trump a derkeftina ji Sûriye dilgiraniyê peyda dike. Bêgûman ne cihê razîbûnê ye, ku Hêzên Amerika bê wate li welatên derve bicîh bibin, lê rewşa Sûriye cuda ye. Derkeftin a ji Sûriye tê wateya xiyanetê hemberê hevpeymanên me yên dema dirêj – Kurdan. Nabe em xiyanetê li Kurdan bikin”.

Engel herweha derkeftina ji Sûriye, ji bo Israilê jî peydakirina aloziyan binav kir, jiber ku ligor wî, bi vî awayî rejîma Îranê dikare bigihe heta sînorê Israilê.

Di bersiva xwe de Mike Pompeo anî ziman ku, 400 serbazên Amerika dê li rojhilatê Firatê bimîn in û ew hêz dê xwedî piştevaniya hêzên Fransa û Ingilistanê jî be.

Herweha Pompeo got; “James Jeffrey bi Tirkiye û Kurdan re kar dike, ku metirsiya DAIŞ li deverê bê tunekirin”.

Engel ji K24 re anî ziman: “Sempatiya min a mezin ji Kurdan re heye. Ew xwediyê xaka xwe ne”.

Eliot Engel yek ji wan kesayetiyên Amerîka bû, ku piştgirî dan Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlon a 2017an.

Berî Referendûmê jî Engel daxûyaniyên piştgiriyê bo Referendûmê dabûn. Engel gotibê: “Kurd bi dehên salan in li hêviya rojek weha ne. Ev ne cihê şaşbûnekê ye. Kurd dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin”.

Engel herweha di dema xwe de gotibû Barack Obama jî: “Wekî Filistiniyan, diyarkirina çarenûsa xwe mafê Kurdan e”.

 

 

C.B