Hevpeymanî 50 çekdarên DAIŞê li Baxoz kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî çend dever li Baxozê bombebaran kirin e û di encam de 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên mirovan ragehand, ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tonêl û cihên veşartî yên rêxistina DAIŞê li Baxoza Dêrazorê bombebaran kirin e û di encam de herî kêm 50 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin.
Ev yek di demekê de ye, ku tîmên taybet yên Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî wî bajarî ji mîn û çekdarên veşartî yên DAIŞê paqij dikin.
C.B