Erdogan: Em dê Ayasofya bikin mizgeft

Muzexaneya Ayasofya di dîrokê de Dêr ek herî girîng a Kristiyanên Ortodoks bû. Di salên 532 – 537an de bi nave Hagia Sofia hate avakirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye û Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê AK Partî di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinê herêmî de, li bajarokê Sultanbeyli girêdayî Stenbolê axifî.

Erdogan anî ziman, ku: “Ji bo hilbijartinên herêmî yên roja yekşemiyê (31ê Adarê) hin kes dixwazin tolhildanê bikin. Rêxistina terorê dixwaze tolê hilde. Jiber ku me dinav sînorên xwe de serê wan pelixand û li derve jî her di bim tirsa me de ne.

Herweha 6 500 km dûrî me hin alî dixwazin Ayasofyayê dagîr bikin. Me gelek sebr kir, berî demekê Ayasofya kiribûn muzexane, Inşellah piştî hilbijartinan em dê dîsa Ayasofya bikin mizgeft…”

Muzexaneya Ayasofya di dîrokê de Dêr ek herî girîng a Kristiyanên Ortodoks bû. Di salên 532 – 537an de bi nave Hagia Sofia hate avakirin.  Paşî dagîrkirina Stanbolê sala 1453an ji alî Osmaniyan ve kirin Mizgeft. Lê sala 1934an ji alî Ataturk ve kirin Muzexane. Niha jî, ji alî desthilata Tirkiye ve carek din tê xwestin bibe Mizgeft…

Ayasofya cîhek taybet û girîng ên Kristiyanên cîhanê ye. Tê pêşbînîkirin, ger Ayasofya wekî Mizgeft bê vekirin, ev yek bibe babetek giran a aloziyê di navbeyna Tirkiye û cîhana Rojava de.

 

 

C.B