Tirkiye Qendîl û Xakurkê bombebaran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Qendîl, Avaşîn, Basyan û Xakurkê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tilrkiyê di derbarê operasyonê de ragihand, firokeyên wan li Qendîlê biryargeh û stargehên rêveberên PKKê û li Xakurk, Avaşîn û Basyanê jî gerîlayên PKKê îro bi awayek hevdem bombebaran kirine.
Hikûmeta Tirkiyê berî niha çend rojan jî eşkere kiribû, di encama operasyoneke esmanî de 3 berpirsên PKKê canê xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye, lê heta niha li ser vê operasonan ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
S. B