Suad Cegerxwîn: 31 reşnivîsîn din ên Cegerxwîn hene

Suad keça helbestvanê navdar Cegerxwîn, piştî demeke dirêj seredana Rojavayê Kurdistanê û gora bavê xwe dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Suad keça helbestvanê navdar Cegerxwîn, piştî demeke dirêj seredana Rojavayê Kurdistanê û gora bavê xwe dike. Suad ku ew jî mîna bavê xwe helbestan dinivîse dibêje, ew ji wefadariya gelê Kurd bi seyda re serbilind e û mizgîniyekê dide hezkiriyên Cegerxwîn ku zêdeyî 30 reşnivîsîn seyda hene û nêzîk dê bêne çapkirin.

Suad Cegerxwîn (Bonya Cegerxwîn) wekî ku li welatê Siwêdê tê naskirin, piştî demeke dirêj li gel hevjînê xwe seredana Rojavayê Kurdistanê dike û bi dilxweşiyeke tijî keser dibêje, wê gelekî bêriya bavê xwe kiriye û bêriya cihê bîr û boçûnên xwe di nava kolan û taxên Qamişloka evînê de kiriye.

Dema Suad Cegerxwîn seredana gora bavê xwe kir, hijmarek ji nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên Cegerxwîn li dora xwe dîtin û li ser gora Seyda helbestên wî xwendin û wêneyeke seyda yê ji aliyê şêwekarekî Kurd ve hatibû neqişandin, radestî keça Cegerxwîn kir.

Derbarê wefadariya gelê Kurd bi seydayê Cegerxwîn re Suad dibêje, ew serbilind e ji ber ku gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê keda Cegerxwîn jibîr nakin û bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku salane seredana gora bavê wê dikin û bi xwendina helbest û stranan wî bi bîra xw tînin. Suad hîvîdar e ku di paşerojê de komeleyeke taybet bi navê Cegerxwîn bête damezrandin. 

Keça Cegerxwîn ku wê jî rêça bavê xwe girtiye û ta niha du berhemên wê yên çapkirî hene û sê berhemên din jî di bin capê de ne, mizgîniyê dide gelê Kurd ku nêzî 31 berhemên Seyda yên ne çapkirî hene û di nêzîktirîn dem de wê ronahiyê bibînin û bêne çap kirin.