Akar: Ji bo Operasyona ser rojhilatê Firatê amade ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar liser sinorê Rojavayê Kurdistanê got: Ew ji bo Operasyona Minbic û rojhilatê Firatê amade ne.
Akar behsa biratiya Kurdan kir û got: Kurd heta qıyametê dê birayên me bin.
Wezîrê berevanî yê Tirkiye destnîşan kir, ku Operasyonên wan dijî terorê dê berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve welatên Rojava û Amerika diyar dikin, ku ew rê nadin Tirkiye Operasyonê li dijî Kurdan li rojhilatê Firatê pêkbîn e.
C.B