Amerîka li dijî gaveke cidî davêje

Li ser kirîna Tirkiye ji sîstema mûşekî S 400 ji Rûsyayê, Amerîka proseya firotana firokeyên F 35 bo Tirkiyê ragirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser kirîna Tirkiye ji sîstema mûşekî S 400 ji Rûsyayê, Amerîka proseya firotana firokeyên F 35 bo Tirkiyê ragirt.

Li gor nûçeya ajansa “Reuters” Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) kolonel Mike Andrews di daxuyaniyekê de ragihand, heta derketina biryareke cidî ji Tirkiyê ku dest ji kirîna S 400 berdaye, Amerîka şandina kelûpelên girêdayî bikaranîna F 35 bo Tirkiyê radiwestîne.

Washington ji biryara Tirkiyê ya kirîna sîstema bergîriyê S 400 ji Rûsyayê dilgiran e û yekem car e pêngaveke kirdarî bi vî awayî li dijî hevpeymaneke xwe davêje.

Berî demekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewud Çawîşoglu ragihandibû, dê di Havîna sala 2019an de sîstema S-400 li welatê wî bên diyarkirin û bi dawiya wê salê re jî dê bikeve xizmetê.

Ji bilî kirîna sîstema berevaniya esmanî S 400 ji Rûsyayê, çend pirsgirêkên din di navbera Amerîka û Tirkiyê de hene, wek radestkirina Fehulah Gulen, siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn û Sûriyê û bi taybet sizayên Amerîka li ser Îranê.

Tirkiyê ji bo kirîna 100 firokeyên F-35, 175 milyon Dolar terxan kiriye.

 

S. B