PDK û YNKê lihev kirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirin.

Pêştir YNKê pakêcek derbarê pişkê wê di kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê de dabû PDKê û li benda bersiva PDKê bû.

Jêderekî ji Polîtburoya YNKê ji K24ê re ragihand, bersiva PDKê hevseng e û me pesend kir.

Peyamnêrê K24ê li Parlemantoya Kurdistanê da zanîn, parlemanterên YNKê beşdarî civîna îro ya Parlemantoyê dibin.

Herwiha Endamê Polîtburiya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, wek perensîp me razîbûn li ser pêşniyazên PDKê derbiriye.

Şandeke PDK û YNKê niha li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl di civînê de ne û biryar e piştî demeke kurt rêkfetina di navbera wan de bê ragihandin.

 

S. B