Bo serrastkirina yasaya Serokatiya Herêmê Parlemanto dicive

Bi amadebûna Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rûniştina Parlemantoya Kurdistanê destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rûniştina Parlemantoya Kurdistanê destpê kir.

Di vê rûniştinê de, xwendina duyem ji proseya serrastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê kirin.

Berî çend rojan pêşniyaza serrastkirina yasaya Serokatiya Herêmê bi îmzeya 68 parlemanteran ji Serokatiya Parlemantoyê re hatibû pêşkêşkirin û roja 30î Adara bûrî xwendina yekem jê re kiribû.

Jêderekî ji YNKê ji K24ê re ragihandibû, PDK û YNKê îro li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirine. Parlemanterên YNKê jî beşdarî civîna Parlemantoyê bûne.

 

S. B