AK Parti: Dengên me li Stenbolê zêde dibin

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê dibêje, piştî hejmartinên dawî li Stenbolê 11 hezar dengên wan zêde bûne, piştî dawîbûna hejmartinê dê encam biguhere.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê dibêje, piştî hejmartinên dawî li Stenbolê 11 hezar dengên wan zêde bûne, piştî dawîbûna hejmartinê dê encam biguhere.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Elî Îhsan Yavuz derbarê ji nû ve hejmartinên dengên Stenbolê de daxuyakirin, di hejmartina dengên 530 sindoqan de, 11 hezar û 109 dengên AK Partî zêde derketine.

Yavuz dibêje, di encama hejmartina 5 hezar sindoqan de, hemû dengên pûçelkirî hatine hejmartinê û ji wan 1647 deng bo AK Partî hatine sererastkirin.

Da xuyakirin, CHP naxwaze sindoq vebin ji ber dê dengên wan dakevin û got, dema hemû deng hatin hejmartinê dê encamê niha were guhertin.

Li gor encamên ne fermî, Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên Şaredariya Stenbolê de bi nêzîkî 25 hezar deng zêdetir ji namzetê AK-Partiyê bidest xistibû. Lê AK-Partî dij derketibû daxwaza dubare hejmartina dengan kiribû.


S. B