Kardaş: Li Kurdistanê em serkeftin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Gişti yê PDK-Tirkiyê Mehmed Emin Kardaş got: Me di nav dilê Kurdistanê de, serkeftin bidest xist.
Serokê PDK -Tirkiyê Mehmed Emîn Kardaş bi daxûyaniyekê got: Stratejiya wan ya ligel HDPê serkeftî bû ye û bajarvani li Bakur carek dîn, ketin destê gel.
Ligor daxûyaniya Kardaş: Gelê Kurd ê Bakur xwedî rûmeta xwe derket, deverên ku serkeftin çênebûn e jî, ji zulma dagirkeriyê ye.
Serokê PKD -Tirkiye dibêje: Armanca wan ew bû, ku ew bixwe xwe birêve bibin.Hevpeymaniya wan, dê ji îro pê ve, baştir berdewam bike.
Kardaş got: Ew jibo yêkitiya netewî, dê pêwendiyên xwe li gel Federasyona Başurê Kurdistanê jî xurt bikin.
C.B