Erdogan: Me nehişt korîdora terorê were avakirin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, bi operasyon û hewldanên xwe nehîştine li ser sînorê korîdora terorê were dirustkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, bi operasyon û hewldanên xwe nehîştine li ser sînorê korîdora terorê were dirustkirin û eger senaryoyên weha berdewam bikin, bi heman şêwazê dê bersiv bidin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, beşdarî merasîma sala 174emîn a damezrandina Polîsê bû û da xuyakirin, ew bawer nake endamên Cemaeta Gulen ji hemû dezgehên dewletê hatibin paqijkirin.

Erdogan balkişand ser rewşa Rojhelata Navîn û got, eger ewlekarî nebe, rêxistinên terorê serîhildidin û zilhêzên cîhanê jî bi navê şerê dijî terorê li deverê bicîh dibin û ewlekariyê nahêlin.

Da xuyakirin, xwestin Tirkiye lawaz bikin û li ser sînorê korîdora terorê dirust bikin, lê bi gavên wan hatine pûçkirin, eger heman senaryoyê berdewam bikin, di demeke pir nêzîk de, ewê peyamên girîng bidin, yên Tirkiye lawaz dibînin, ewê zû-dereng rastiyê bibînin.

 

 

C.B