Artêşa Sudanê kontrolkirina welatê xwe ragihand

Artêşa Sudanê kontrolkirina tevayiya desthilatê li welat ragihand, Ûmer Hesen Beşîr jî, jikar dûrdixe û dê bigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sudanê kontrolkirina tevayiya desthilatê li welat ragihand, Ûmer Hesen Beşîr jî, jikar dûrdixe û dê bigre.

Wezîrê bergirî yê Sudanê 'Ewez bin 'Ewf  di beyannameyekê de ragihand, wan dawî bi desthilata Ûmer Hesen Beşîr anî ne û di heyama dû salan de, dê welat di qonaxeke veguhestinî de be û ji bo heyama sê mehan jî, Rewşa Awarte tê ragihandin.

Herweha Civata Bilind a Serbazî ji bo birêvebirina welat tê pêkanîn û piştî bidawî hatina heyama veguhestinê jî, hilbijartinên Serokatiyê tên encam dan

Hejmara runiştvanên Sudanê 40 milyon kes in û Ûmer Hesen Beşîr, ev heyama 30 salan e desthilatdarê wî welatê Efrîqe ye û di serdema wî de, başûrê Sudanê wekî dewletek serbixwe cuda bû.

 

 

C.B