Grûbên çekdar li Efrînê welatiyên sivîl direvînin

Grûbên çekdar yên li Efrînê zêdetirî 34 welatiyên sivîl revandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûbên çekdar yên li Efrînê zêdetirî  34 welatiyên sivîl revandin.

Malperek ku bûyerên Efrînê dişopîn e, belavkiriye, çekdarên Grûba Sultan Murad  zêdetirî  ji 20 welatiyên Kurd ji gundê Dêr Sewan ê bi ser  bajarokê Şera ve revandin e û cihê mabûna wan ne diyar e. Herweha hatiye belavkirin, ku komeke çekdar li bajarokê Raco  berî 4 rojan 14 welatiyên Kurd  revandin û li beramberî berdana wan, daxwaza gûjmek pere kirin e .

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkiye û grûbên çekdar biser ve, gelek kiryarên binpêkirinên mafên mirovî rû didin. 

 

 

C.B