Mustafa Ozer: Hiquq li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ne yek e
K24 – Navenda Nûçeyan
Mafnas û Şirovekarê siyasî Mustafa Ozer ji K24 re anî ziman, ku: Lijneya Bilind a Hilbijartinan li Tirkiye YSK ne di çarçoveya qanun û hiquqê de tevdigere.
Ozer diyarkir, ku: Di proseya hilbijartinan de çendîn meh berî hilbijartinan navên berbijêran, listeya dengdêran hemû tên amade kirin. Di proseya hilbijartinê de berbijer, piştî lêkolînan tên pejirandin. Niha Lijneya Bilind a Hilbijartinan li tirkiye çi dike? Dibêje: Tu ligor biryarnameyên di cihê yasayê de ji dema Rewşa Awarte nikarî bibi şaredar!
Ozer herweha got: Gava li bakurê Kurdistanê, Kurd tiştek bidest dixin, desthilat nikare û naxwaze bipejîrîne…Ev yek behiquqî ye!
Liser pirsa – gava Kurd van bêhiquqiyan dibînin, dê çawa bawerî bi welatê Tirkiye bîn in? Ozer anî ziman: Bersîvdayina vê pirsê bi xwe - pirsgîrêk e!...