Rêvebiriya Xweser û Iraq liser vegerandina penaberên Iraqî rêkeftin

Hikûmeta Îraqê û Rêveberiya Xweser li ser vegerandina 30 hezar penaberên Iraqî yên li Rojavayê Kurdistanê lihev kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Îraqê û Rêveberiya Xweser li ser vegerandina 30 hezar penaberên Iraqî yên li Rojavayê Kurdistanê lihev kirin.

Peyvdarê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif di daxûyaniyekê de ragihand, ew bi şandeke fermî ya Hikûmeta Îraqê re derbarê vegerandina penaberên Îraqî yên li deverên di bin kontrola wan de civiyane.

Ew li ser vegerandina 30 hezar penaberên Îraqî, ku li deverên Rêveberiya Xweser de ne rêkeftin e û ew hemû nûçeyên ku behsa radestkirina çekdarên DAÎŞê dikin red dikin.

Navborî herweha got, heta niha nêzîkî 4 hezar penaberên Îraqî navên xwe ji bo vegerê tomar kirin e û wan, ew nav radestî şanda Îraqî kirin e.

 

 

C.B