Gul ji rewşa Tirkiye dilgiraniya xwe anî ziman

Serokomarê berê yê Tirkiyê û damezrênerê AK-Partiyê Abdullah Gul ji helwêstên AK-Partiyê dilgiran e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Tirkiyê û damezrênerê AK-Partiyê Abdullah Gul ji helwêstên AK-Partiyê dilgiran e.

Abdullah Gul di derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de axifî û ragihand, ko asta siyasî ya Tirkiyê ya ji ber encamên hilbijartina Stenbolê cihê dilgiraniyeke mezin e. Dema ew bêhêz bûn li dijî wan şaşî dihatin kirin. Nabe ew dema bibin xwedî hêz heman şaşiyan li kesên din bikin. Hêza demokrasiya Tirkiyê mezin e, lê ew ji rewşa niha dilgiran e. Abdullah Gul di derbarê partiya xwe ya nû de, xwe ji agahîdayînê dûr girt.

Di encama hilbijartinên Stenbolê de namzetê CHPyê serketibû lê AK-Partî dijî encaman derdikeve û dixwaze hilbijartin dubare bibin.

 

 

C.B